“Dema ku min dest bi hûnandina helbestan kir, ti dîwaneke jinên kurd tinebû. Tenê carinan berhemên Dr. Nesrîn Fexrî, Xurşîde Baban li ser rûpelên rojnameyan de dihatin çapkirin. Heya salên 1970yî tenê berhemên sê jinên kurd hatibûn çapkirin. Ev kêmasiya di nava berhemên kurdî de bû sedem ku ez temaya jinê ji berhemên xwe re esas bigirim û girîngiyeke mezin bidim jinê. Heskirina min a ji helbestê gelekî taybet e. Ez ji helbestên hin helbestvanên kurd gelekî hez dikim û gelek caran ji xwe re dixwî ...