Ger û Geştên Gullîvero ya Jonathan Swift ku di sala 1726’an de hatiye nivîsandin, behsa ger û geştên dixtorê bi navê Lamuel Gullîver dike. Gullîver, çend caran ji qezayên deryayê difilite û her carê jî xwe li warekî din ê xerîb dibîne. Li van warên xerîb, ku ji welatê wî Îngilîstanê pir û pir cudane, leqayî tiştên pir ecêb tê. Gullîver, li welatê ecûckan wekî dêwekî, li welatên dêwan jî wekî ecûckekî dijî.Gava hûn vê pirtûka nuwaze bixwînin û xwe bera nav pêlên serpêhatiyên Gullivero bidin, hûn ...