kemal tolan, bi kurmanciya xwe yî henûn û herikbar tabloyek ji me re nîgar kiriye; ev tablo, him derhişê me diteyisîne, him binhişê me. him vebêj e, him şanîdar. gava ku em dixwînin, em xwe dibînin, gava ku em temaşe dikin, em xwe dixwînin. me him bi belengazî û bindestiya me dihesîne û him bi barbariya me. me him bi bindestiya me dihesîne û him bi bindestiya bindestiya me. her rûpelekî vê tabloyê, qatekî rastiya me ye; em her rûpelqatekî û qatrûpelekî diqulipînin, em sûretekî ji sûretên xwe dib ...