Xebata Necat Keskin a bi navê "Folklor û Edebiyata Gelêrî" derket. Folklor wek çanda nenivîsandî ya gelekî an jî herêmekê qadeke zêde berifereh e. Gelek sehayên folklorê hene ku lêkolînerên qadê hê ji destpêka avakirina vê disîplînê ve bi dabeşkirina van sehayan re mijûl dibin û yek ji wan sehayên girîng jî edebiyata gelêrî ye. Wek disîplîneke zanistî dîroka folklorê digihîje 140 sal berê, lê berî wê jî xebatên di vî warî de hene. Lêkolîn û lêgerînên derbarê folklor û edebiyata gelêrî bêhtir di ...