Ev ferheng, yekemîn ferhenga têgihên hiqûqê ya kurdîya kurmancî ye ku pênaseyên têgihan jî tê da cih digirin. Di vê ferhengê da du beş hene ku beşa sereke ango ya yekem, li ser bingeha kurdî hatîye dariştin û tê da hem kurdîya têgihan hem jî pênaseyên bi kurdî hene. Beşa din jî wekî pêveka vê ferhengê ye û tirkî, kurdî, îngilîzî, farisî û erebîya têgihan hatîye rêzkirin. Di vê pêvekê da tirkî peyva serî ye û armanc ji vê jî ew e ku gelek kes li gor tirkîya têgihan, li têgihan digerin. Bi vî away ...