Heta niha di qada kurdolojîyê de her çi qas ferhengên cur bi cur hatine amadekirin hebin jî, ferhengek taybetî ser têgehên felsefeyê tune ye. Ev valahî motîvasyona nivîsa vê berhemê ye. Di vê berhemê de xwînerên Kurd wê têgehên felsefî yên herî sereke û bingehîn bibîne. Ji ber ku têgehên felsefî, di damezirandina hizr û ramanê de û pêşvebirina şaristanî û mirovahîyê de pêwîst û girîng in, lazim e ku xwinerên Kurd jî bi zimanê xwe têgehên felsefî hîn bibin. Ji alîyê din ve, têgehên felsefeyê di h ...