Amadekar: Jan Dost
Ev ferheng di eslê xwe de kurdî - erebî ye. Danerê wê ereb bû lê li welatê kurdan demek baş mabû û pêwistiya ferhengeke bi vî awayî dîtibû. Di vê ferhengê de bi dehan navê gundên kurdan ên li Bedlîsê, Cizîra Botan û Bişêriyê û hdw hene. Ji bilî navên gundan, bi sedan peyvên resen ên kurdî di vê ferhenga giranbuha de hatine parastin û dem hatiye ku êdî serpoş ji ser wan rabe, ji zindana zimanekî biyanî derkevin, rizgar bibin û derbasî ferhengên me yên îro bibin. Navê ...