Ev pirtûk, bi çavdêrî û serpêhatîya 15 salan hatîye lêkirin. Nivîskarî, ji alîyê bişaftinê va guh daye halê civakê û tiştên ku dîtine hebo hebo qeyd û tesnîf kirine. Ev xebat, xebateka teatral e, ji nava jîyana Kurdan hatîye dawerivandin. Derîyê vê xebatê ji şano û sînemayê ra vekirî ye.Xwarzê, ji xalê xwe ra dibêje, *Kurmancîya min nake nîvê Kurmancîya te!* Ew xala jî jê ra dibêje, *Erê tu wisa dibêjî, lê Kurmancîya min jî nake nîvê Kurmancîya dîya min û ya dîya min jî nake nîvê ya pîra min!* D ...