Avesta piştî wefata wî bi 58 salan ferhenga mîrê kurmanciyê Celadet Alî Bedirxan bi serbilindî û kêfxweşî pêşkêş dike. Ferheng yek jê çapeke taybet, bi du awayan çap bûye.
Sînemxan Bedirxan, di pêşgotinê de li ser Ferhengê van agahiyan dide:
Armanca vê ferhengê ew bû ko piştî belavbûna alfabeya latînî, derxistin û rawestandina kovara Hawarê, bibe pêdiviyek ji bo pêşveçûna zimanê Kurdî û belavbûna vî zimanî li çar perçeyên Kurdistanê.
Ez dikarim bêjim ko yekemîn ferhenga Kurd ...