Zarok mereqdar in û zû fêr dibin. Pirsan dikin û li bersivan digerin: Çima ez heme? Mirov ji ku derê tên? Çima em dikarin bipeyivin? Çima mirov şer dikin? Zarok ji zarokbûnê ve şagirt in û dixwazin cîhana xwe nas bikin.
Di vê pirtûkê de nivîskar li gorî asta zarokan metnên xwe dinivîse û dikeve pey bersiva hinek pirsan. Bêguman bersiva wan pirsan a li gorî asta zarokan bi zehmet e, ji ber ku cîhana zarokan li gorî ya me mezinan aloztir e.
Kitêb li ser girîngîya perwerdehîya zarok û ci ...