Dema mijar tê ser edebiyata Kurmancî ya klasîk berî her tiştî sê şexsîyet têne bîra mirov. Ev sê şexsîyet li gor rêzê Melayê Cizîrî, Feqîyê Teyran û Ehmedê Xanî ne. Ev sê şexsîyet li asîmanê edebîyata Kurmancî wekî stêrka Sureyyayê ne û bi hev re ronahîyê didine erdnîgarîya Kurdan û asîmanî dixemilînin.
Bêguman Feqîyê Teyran bi xêra berhemên xwe quncikeke fireh di dilê gelê xwe de girtîye. Derbareyê Feqîyê Teyran de di nava gel de gelek çîrok û hikayeyên xerîb û fantastîk jî belav b ...