Îhsan Colemêrgî dikeve dû berperên dîrokê û mij û dûxanê ji ser rûdanekê radike ku bi wê rûdanê re bi qewlê Colemêrgî “serder” bûne “binder” û “binder” bûne “serder” yanî telqeke mezin li civaka mirnişînîya Hekarîyan ketiye.
Di encama vê rûdana ku tê de paşayê Osmanîyan Tekelî Mehmet Paşa û Mîrê Hekarîyan Ehya Beg tên kuştin, Ezemşêrê Xanî serçoçîyê vê govendê ye û bi destê wî paşayê Osmanîyan tê kuştin.
Piştî rûdanê Eşîra Xanîyan ji hev belav dibe û gundê Xanê tê kavilkiri ...