Ev pirtûk ji 40 hevpeyvînên ku bi Helîm Yûsiv re hatine kirin pêk tê. Di van hevpeyvînên di sîh salên nivîskariya wî de pê re hatine kirin, mirov li nirxandinên berfireh li ser giringtirîn bûyer û rûdanên wêjeyî û siyasî û civakî yên qada çandî ya kurdan rast tê. Bi çavên nivîskarekî ku hem bi berhemên xwe û hem bi beşdariya xwe ya takekesane di qada çanda kurdî de çalak bû, xwendevanên vê pirtûkê dikarin di derbarê dîmenê giştî yê wêjeya kurdî de bibin xwedî agahdariyên giring. Herwisa dikarin ...