Romana nû ya Tosinê Reşîd a bi navê "Evîna te ez parastim" derket.
Tosinê Reşîd di vê xebata xwe de, serê neştera xwe li kuleke nîvcomayî xistiye û careke din gotina, "Dil pîr nabe" di bîra me de aniye. Ev çîrok, çîroka du evîndarên bajarî ye û piştî bi salan ew ji devê herdu zayendan ve, heryek molonoga xwe vedibêje û ji me re qala sewiyeya miqedesiya hezkirina xwe dikin. Bi israr ji me re dibêje ku em her yek li ciyekî man, miradê me bi hev nebû, lê dilên me li ba hev man.
...