Îbrahîm Osman, bi derengî be jî, piştî berhevkirina gelek lêkolîn û ezmûnan, li ser hev pênc roman nivîsandine, ku Weşanên Lîsê romana wî ya pêşîn a bi navê Evîna Mêrxasekî vê pêlê bi awayekî xweşik çap kir. Romana bi navê Evîna Mêrxasekî ne romanek e mirov bikaribe wekî deqeke ezmûngerayî bihesibîne, lê ji ber ku li ser babeteke ku ji me tevan ve nas e, bi Kurdiyeke ku dê firêqetiyê bide xwendevanên Kurd û piştî lêkolînine li ser wêje û dîroka me ya devkî ya sê sed salên dawî hatî kirin hatiye ...