Li kesekî bifikirin berî here dibistanê tenê bi kurdî dizane. Li dibistanê bi derbxwarinê hînê zimanekî din dibe, her ku diçe ew ziman di nav bîra wî de kok vedide û zimanê wî yê sereke winda dibe. Li kesekî wisa bifikirin ku bi van hestan diçe zanîngehê, li wir bi zimanê biyanî çîrokan dinivîse, di kovaran de çîrokên wî tên weşandin û ew kes hinek nav jî dide. Dirojnameyek bi wî zimanê biyanî de dest bi kar dike, rojek wekî nûçegihînan ji bo şopandinê diçe şahiyeke bi zimanê wî yê zikmakî li da ...