Ez di mijara bavtiyê de wek Arthur Schopenhauer nafikirim ku digot: “Bav ji bo nemire, ji bo xwe nemir bike zarokan çêdike û bi hebûna wan zarokan di xwe de kula mirinê teselî dike.” Li gorî min ev fikreke feodal e. Bavtî tiştekî xwezayî ye. Mirov bîra mirinê bibe nebe jî, dîsa jî bi awayekî zagona xwezayî dibe bav. Ger ramana Schopenhauer rast bûya divê ti çêlikên ajalên din çênebûna, divê berî “Homo Sapiens”an zarokên ti mirovên prîmîtîv û prîmatan çênebûna. Bavtî tiştekî xwezayî ye, ji ber wê ...