"Elfabêya Kurdî" a Celadet Bedirxan ji nû ve çap bû
Kitêba "Elfabêya Kurdî" a Celadet Alî Bedirxan ku kitêba duyemîn a weşanên Hawarê bû, ji nû ve di nav weşanên Avesta de çap bû. Celadet Alî Bedirxan, di pêşgotina kitêbê de wiha dibêje: "Bi şeş hejmarên Hawarê ên pêşîn me bin rûpelên elfabê belav kiri bûn. Bi wan rûpelan me hîmê Elfabeya Kurdî didanî û ji xwenda û zanayên kurdan, fikrên wan liser elfabêyê pirsiyar dikirin. Ji ber wan rûpelan sed û pêncih dest ma bûn. Min dil ne kir k ...