Ehmedê Xanî dîsa vedigere ser huriyet û dadmendiya ku ew ê bide destê gelê kurd û civaka kurd. Ji ber vê yekê Xanî pir li Stî û Zînê miqate ye. Li gorî Xanî Stî û Zîn periyên qesra Mîr in. Mîr li Botan, li dilê Kurdistanê otorîteyek e. Li gorî Xanî ku mirov vê otorîteyê bide destê civaka kurdan divê mirov ji hundirê qesrê dest bi têkoşîna xwe bike. Ehmedê Xanî Stî û Zîn wek dadmendî û azadiyê dîtine û wî ji nav şahiya îda Newrozê rahiştiye wan û ew birine qesra Mîr. Li gorî Xanî divê qesra Mîr b ...