Ev xebata ku Kafur Seçilmekê sêwregî amade kirîye, gelek keresteyên edebîyata devkî ya kirmanckî (zazakî) ya herêma Sêwregê dihewîne: Wekî lorîk, manî, mamik, tiştanok, stran û dûrik, çîrok, efsane, pêkenîn, gotinên pêşîyan, îdiyom, dua û nifir. Nivîskarî ew kereste li cihê ku berhev kirine, qeyd kirine, nivisandine û tesnîf kirine, di derheqê cureyên wan ên edebî de jî agahî dane û hin caran jî tehlîla wan kirîye. Bi van xusûsîyetên xwe ev xebat, di warê edebîyata devkî ya kirmanckî ya herêma S ...