Ev xebata li ber destê we di mînaka berhemên Erebê Şemo, Hecîyê Cindî, Elîyê Evdilrehman, Sîma Semend, Sehîdê Îbo, Egîdê Xudo, Emerîkê Serdar, Fêrîkê Ûsiv û Şikoyê Hesenî da serborî û dîmena giştî ya edebîyata kurdên Sovyetê tîne ber çavan. Ji ber vê di serî da paşxaneya dîrokî û sîyasî ya kurdên vî welatî û destpêka edebîyata wan vedikole paşê jî bi arîkarîya rêbazên sosyolojîya edebîyatê û vegêrannasîyê li ser teorîya berhemanîna vê edebîyatê, taybetmendîyên wê yên vegêranî û rehendên wê yên n ...