Di edebîyata Kurdan ya devkî de, şer cihekî taybet digire. Ne tenê di edebîyata Kurdan de lê belê di edebîyata dinyayê de jî, mijara şer gelekî bi berfirehî hatiye pêşkêşkirin. Şer, beşek ji kultura civakan e. Baş dîyar e ku di hemû warên hunerî de şer, wekî mijareke xweser di hemû civakan de derketiye pêşberî mirovan. Di helbest, romanan, fîlm, wênesazîyê û hwd. de her gav mirov pêrgî mijara şer dibe. Divê ev mijar piralî were naskirin.
Nivîskar Şerefxan Cizîrî, di vê xebata xwe de b ...