Di vê pirtûkê da, 26 çîrokên navnûçikên herêma Mêrdînê hene. Ev navnûçik, di nav gelî da belav bûne û gelek jê çîrokên wan hene. Mem Mukrîyanî bi salan e, bi şixulê nêçîrvanan daye dû van çîrokên navnûçikan.
Li gor gotina ê ku bi serê wî da hatîye dibê:
*Rokê payîza dereng e. Ez çûm cot. Li gor derdor û cîrana ez ji bo cotkirinê dereng mame. Êdî ketîye nîrê reş. Berê berf û baran pir dihat. Ê ku jê bihata û bi hev xista, karê xwe ji ber xwe derdixist. Yanî xelkê, berê ç ...