Kitêba çîrokan a Burhan Tek bi navê "Dûpişk" derket. "Dûpişk" duyemîn kitêba nivîskar e, berhema wî ya yekem "Nav", di 2016an de derketibû.
Ji çîroka "Dûpişk"
"Çawa dihat, ez ewqasî hewl bidim tu mesrefan nekim, li dibistanê tostekê nexwim, ji dikanê çiqolatayekê, gofretekê, piskewîtekê nekirim, roja îdiyê li sûkê kebab û doneran nexwim û nuha bavê min bibêje "lawê min têrî nekirê û divê tiştekî hêja ez jî li ser zêde bikim!" ya hesabê min şaş bû ya bisiklêt pir buha bû. Em ...