Baba Tahirê Hemedanî, şair û arifekî sedsala 4ê hicrî ye. Tarîxa jidayîkbûn û wefata wî bi awayekî zelal ne diyar e. Lê dîsa jî di piraniya çavkaniyên sereke de tarîxa jiyadikbûn û wefata wî wek mîladî 937-1010 tê qebûlkirin. Baba Tahir, di du qadên cuda de berhem dane. Yek ji wan berhemeke tesewifî bi zimanê Erebî bi navê “el-Kelîmatu’l-Qîsar” e, ya duyem jî helbestên wî yên bi cûreyê “dubeytî” ye, ku bi zimanê Kurdiya Lorî hatine nivîsîn. Ji aliyê naverokê ve di dubeytiyên Baba Tahir de mijarê ...