“Nexweşek were cem te û derdekî xwe, sireke xwe bi te re parve bike, tu yê yekser wê bikî çîrok û di kitêban de biweşînî qey? Ev ne nivîskarî ye, ev ne afirînerî ye, ev ne edebiyat e, bi vî şiklî tu tiştekî ne li xwe ne li edebiyatê zêde dikî!” Li ser hev wek fîşekê bi dengekî hêl dipeyivî. Ji ber dengê wî, xebatkarê me bi ecele ket hundir ji wî hebû me şer dikir. Lê nerî em rûniştî ne. Min bi destan jê re îşaret kir ku tu kêşe tuneye. Êdî ez jî hêrs bûbûm, heqê kesî tunebû bihata û li odeya min ...