Çîroka Şêxê Sen‘anî bi gelek alîyê xwe ve bala meriv dikêşe ser xwe. Ev çîroka ku bi xêra Feqîyê Teyran cihê xwe di nav wêjeya Kurdî de dîtîye, di roja me ya îroyîn de jî bi gelek şêweyên xwe ve dertê pêşberî me. Ev berhema ber destê me ya bi navê Dîwana Şêxê Sen‘anî Bi Xezela Feqehê Teyra û Xemgînê Xanîjî yek ji van xebatan e ku di serdema modern ya edebîyata Kurdî de derketîye holê. Ev berhema han a menzûm ji alîyê Mela Nûrî (w.2008) ve hatîye amadekirin ku navê wî yê mustear Xemgînê Xanî ye û ...