Ew konfederasyona ku ji eşîrên Araratî û Naîrîyan pêk hatiye, bi qasî 300 salan hem li pêşberî artêşên herêmê yên nîzamî li ber xwe daye hem jî di erdnîgarîyeke dorpêçkirî de şaristanîyeke gewre afirandiye. Min di nav rûpelên dîrokê û nivîsên ser keviran de dît ku; qewmên çîyayî pêşdeçûyînên serdema Ûrartûyîyan ên siyasî, leşkerî, çandî û aborî careke din nejîyane. Tenê vê desthelatdarîyê bêhna azadîyê demeke dirêj bi çîyayîyan daye bêhnkirin. Herî zêde vê rêveberîyê berhemên dîrokî û hunereke n ...