Mirov dikare bibêje ku mîtolojî nexşeya civakê ya herî kevn e. Lewre kodên çandî herî zêde di qada mîtolojiyê de tên vegotin. Şîfreyên nifşên hezar salan ku di nav xweza û civakê de jiyana xwe rêsandine, herî baş di mîtolojiyê de tên vegotin. Mîtolojiya her gelî bêguman manendeyê wî gelî ye. Yezdanên her gelî jî di şayesandinên mitolojik de manendeyên mirovên wî gelî ne. Ji bo ku mirov kesayetî û giyana civakekê nas bike, bi qasî ziman, çand û dîroka wî gelî pêwîst e ku mirov dîn û mîtolojiya wî ...