Ev roman nîşan dide wan rojên tarîxa Kurdan, wextê ku Kurdistan di halekî pir giran de bû. Alîpadîşahê Tirkîyeyê (Romê), ê ku Ermenistan, Sûrîye, Mezopotamya, Erebistan û Misir bi zora sîlehan zeft kirin û derket nîvê Balkanan, li wê derê jî Bulgaristan û dewleteke biçûk, Albanya, zeft kirin. Paşê padîşahê Tirkîyeyê ew eskerê xwe yê giran bi sîleh û cebilxaneyan şande ser Kurditanê. Wî dixwest erdê wan ê qedîm ê kal û bavên wan zeft bike û wan jî bike destê xwe. Li alîyê din, Şahê Îranê eskerê x ...