“Li ber kevîyên dawîn ên jîyanê meriv tenê pêjna dengê nigên mirinê dibihîze.”
Reşo K. piştî panzdeh salên di girtîgehê de, şeveke tarî digihêje gund. Tevî ku armanca Reşo K. xwespartina dîwarê mala bavê xwe be jî, ji nişkê ve xwe di nava çûn û hatinên ku ew tu wateyê nikare bideyê de dibîne. Nebûna mifteya mala bavê wî, nexweşîya Bapîr K., hal û rewşa seyr a keça meta wî, hezkirîya wî ya yekemîn, hewaya ku heta dawîya romanê di nava xewnereşkan de derbas dibe. Fikirîna mirin û nemiri ...