Ev nêzikî dused salan e ku Kurd û Kurdistan di nav êgir de ne. Di sere sedsala 19emîn de li dinyayê guhertinên mezin pêk dihatin, lê Împaratoriya Osmanî di warê hilberîna teknîkî de li paş mabû û bûbû heyranê Rojavayiyan. Rojavayiyan jî ev xweşik bi kar anîn û roj bi roj şax û perê xwe bi Împaratoriyê de berdan. Împaratoriya Osmanî ji bo xwe bi pêş de bibe, serî li hin nuhkirinan dide. Di vê demê de gelek mîrekiyên Kurdan di nav sînorên Împaratoriya Osmanî de ne. Dema ku Împaratoriya Osmanî dest ...