Hin hozan hene ku newa û kelama wan li rûyê dinyayê olan dide. Ji van kesan yê pêşîn Homeros e ku Proklos di sedsala 5’emîn de ji bo wî gotibû ew “hemwelatiyê dinyayê” ye. Yê duyem jî Evdalê Zeynikê –Homerosê Kurdan- e ku wî karibûye bibe hemwelatiyê dinyayê. Yê sêyem jî Şakiro ye, “Şahê Dengbêjan” e.
Ji bo Şakiroyê ku divê hemû dinya nas bike û herwiha ew jî bibe “hemwelatiyê dinyayê”, ev pirtûka Kamuran Demir merheleyeke girîng e. Ev berhem wê ji bo newa û kelamê b ...