“Paşê ji nişka ve bager rabû. Ewr belav bûn. Birûsk veda. Ronahiyê da ser wî. Di heman demê de di bin hezar bandoran de mabû -tesewireke dewasa. Nikaribû bifikire; nikaribû tevbigere; tenê dikaribû binivîse; bêhnçikiyayî, bêyî ku li ser bifikire, bi xwe nikaribû an nikaribû behreya xwe ya rexnekirinê biemilîne ku rê li ber teqînê negre, li ser parçeyên kaxizê dinivîsand -dema dimeşiya, dema li ser piyan bû, xwedirêjkirî, li kolanê, li ser maseyê, bi şev- mîna ku bênavber emir jê re were. Ew çemê ...