Li Londonê du xaniyên hejmar (10) hene, yek ji wan cihê niştecihbûn û ofîsa Serokwezîrê Brîtanyayê ye ku hemû biryarên girîng ên Şanişîna Brîtanyayê tê de tên dayîn, hejmar (10)ê din dikeve James’s Square û heta sala 1927an ew jî mal û ofîsa Serokwezîrê Qraliyetê bû, piştî wê tarîxê bûye baregahê Navenda Lêkolînan a Padîşahî Chatham House, ku yek ji navendên herî girîng ên lêkolînan e li cîhanê, di sala 1920an de hatiye damezrandin; cihekî girîng ê biryarên siyasî yên Brîtanyayê ye û bi dehan dî ...