Dema em behsa edebiyata êwra Kavkazê dikin bêguman em behsa êwra ku di navbeyna salên 1920î û 1991ê de, di nav tixûbên Yekîtiya Komarên Sosyalîst ên Sovyetê (YKSS) de, li van sê welatan; Ermenistan, Gurcistan û Azerbeycanê bişkiviye, dikin. Ji ber ku navê erdnîgariya ku dikeve nav sînorên van her sê dewletên navborî, (Pişt)Kavkaz e. Ev her du tarîx jî destpêka damezirendina YKSSyê û dawîlêhatina wê ne û teqabulî 71 salan dike ku ji bo geşedana edebiyata zimanekî demeke pir girîng û biqîmet e. Lê ...