Dengbêj Zahiro sala 1950an li gundê Kinyada Farqînê yê li ser bajarê Amedê hatiye dunyayê.
Zarokatiya wî li gundê Kinyadê derbas dibe. Di 15 saliya xwe de bi malbatî berê xwe didin bajarê
Mûşê, gundê Pîranê yê li ser navçeya Kopê û jiyana xwe li wir berdewam dikin.
Zahiro di nava meydana dengbêjiyê de xwedî navekî naskirî ye. Wî mirovê hêja 59 salan xizmeta
dengbêjiyê kiriye; bi sedan kilam û helbestên trajedî, mêrxasî û evînî nivîsandine û bi qirika xwe ya
zêrîn pêşkeşî ...