Di derbarê pênaseya dengbêjiyê û deşifrekirina kilaman de bi rehetî dikarim bibêjim ku amadekarên antolojiyê gotin ji me re nehiştine. Ji nû ve xwendin û dahûrandina kilaman, dikeve ser piyê me kesên xwedî qelem. Dibe ku ji bona girseyeke mezin kilamên dengbêjiyê tenê kilam/muzîk bin, lê em kesên xwedî qelem nikarin bi çavê kilamê li kilam/kelamê mêze bikin. Êdî hukmê aşê pişaftina xwebixwe li dar e! Çêyiya ku îro em dikarin li xwe û paşîvanên Kurd bikin, berhevkirin û jihevveçirandina hikayet, ...