Herêma Serhedê, yek ji kana herî xurt a folklora Kurdan e. Serhed, ji alîyê çîrok û xebroşkan ve gelekî zengîn e. Di vê pirtûkê da, 15 xebroşkên herêma Serhedê hene. Ev xebroşk, bi salan e wekî çemekî diherikin û xem û xeyal û hêvî û gazinên gelî di xwe da dihewînin. Nîhat Oner, li wê herêmê guhê xwe daye gelek kesan û ev xebroşkên hanê berhev kirine.
*Hebû tune bû padşak, wezîrê wî yê milê rastê, yek jî melê padşa hebû. Wezîrê milê rastê hebû, lê çi bibûya padşa mele dipirsî. Wexta ...