Heya demekê, me, bi çîrokên dêwan, ên teyr û sîmiran, ên bêbextiyên felekê û eşqên bi karesat dizanî! Em, bi keviran re, bi daran re, di şevên ker û lal de, bi dengên sruştî re, bi tava hîvê re diaxivîn… Em, hew ew qas azad û bi derfet bûn, bi tenê karibin, bi dilê xwe re biaxivin! Wextek hat, me çîrokên ‘çar hêlan’ bihîstin! Çîrokên jahrê, ên gulleyan, ên bênasnamebûnê, ên bêdengiyê… Ne mîstîk, ne jî efsaneyî… Çîrok hê jî didomin lê tiştekî guheriye, ew jî ev e ku em îro ro, bi welatekî re diax ...