Eskerê Boyîk, di vê dem û çaxa me de, yek ji nivîskarên pênûsxurt û berhemdar ên Kurdên Qafqasan e. Deftera Kurdekî Penaber guldesteyek ji çîrokên wî ên tehmdar e. Her du çîrokên destpêkê - Deftera Kurdekî Penaber û Bihar – mîna du noveleyên dirêj jî dikarin bên xwendin. Çi ku di tehm, teşe, mantiq û avakarîya wan de hostetî û şopên novelîstan dîyar e. Her wiha temaya çîrokên di Deftera Kurdekî Penaber de wê enînivîsa reş a Kurdan a ku her tim arîşedarîyên nasnameyî, serpêhatîyên biêş ên Kurdên ...