Li welatê Xerzan, Dîklan Axa diçe hemû dawetan. Kêfa wî pir ji dîlanê re tê û her tim dixwaze sergovend be. Rojekê dibîhîse ku Daweta Noko û Nîskê ye. Noko û Nîskê ji bo kêf û şahîya daweta xwe, bang li heval û dostên xwe kirine. Ji her mêvanî re nameyek şandine. Lê di nameya Dîklan Axa de çend navên din jî hene. Gotine, ne kêm û ne zêde, divê Dîklan Axa bi wan re were dawetê. Dîklan Axa li gora nameyê, wan mêvanan bi xwe re dibe dawetê. Li ser rêya dawetê, mêvanekî xerîb derdikeve pêşîya wan… N ...