z nizanim bê kengê ev peyva lîberal ket nav sîyaseta kurdî, min tu agahî û lêkolîn li ser vê yekê nekiriye û nedîtiye. Ji wêrekîya xwe ya cahilî dibêjim, belkî mirov karibe vê peyvê bi Necdet Gundem ve girê bide. Qet nebe em behsa helwest û bizavên lîberalî bikin teqez divê navê cenabê wî bê hildan û li şopên wî bêne raçavkirin. Lê belê di nav vê kurtedîroka lîberalîzm de lazim e mirov wî û pseudo-lîberalîzmê ji hev cihê bike. Di vira de em ê xwe bispêrin rêgezeka wî ya din ya bi navê "takakesî ...