Dara Pîroz, çîroka xwezayê ye. Zerya
piştî nexweş dikeve dareke xweşik tê
xewna wê û Zerya bi pey xewna xwe
dikeve. Zerya bi saya mişmişên darê
xwezayê nas dike û her ku dikeve nav
xwezayê bêhtir jê hez dike. Di çîrokê
de serpêhatîya Zeryayê ya ku li gundê
xalê wê derbas dibe tê qalkirin. Di
heman demê de ev çîrok xwezayê bi
zarokan dide hezkirin.