Bê gûman Bavê Nazê yek ji danerên wêjeya Kurdî a modern e. Ji bilî şêweyê wî ê cihêreng û vegotina wî a zelal, di nivîsên xwe de hem rastîyekê derdixe holê û hem jî rexnegirîya xwe jî nîşanî xwîneran dide. Lawazîya pergala sîyaseta Kurdan, şoreş, evîn, xîyanet û ew jîyanên ku di nava wan de asê mane ji me re rave dike.
Yek ji lehengên romanê Şêrzad, piştî Nivîskar, wekî her carê di romana xwe de daqûlî bîra êşa xwe a Kurdewar dibe û destên pênûsa xwe bi ava kanîyên welêt re dikemilîne ...