Zargotina gelê Kurd, wekî ku gelek zanyarên zargotinê jî pesend kiriye; yek ji dewlemendtirîn û kevnartirîn zargotina gelên cîhanê ye. Tevî ku heta niha hin xebatên berhevkarîyê hatibin kirin jî xebatên zanistî û tezên li ser zargotina gelê Kurd ên bi rengekî akademîk û bi pergal hatine amadekirin kêm in û ev rastî têra xwe nayê zanîn. Bedran Hîkmet di vê xebata xwe de Destana Memê Alan ku parçeyek ji parçeyên girîng yên zargotina gelê Kurd e, bi awayekî zanistî vekolaye û ew û Mem û Zîna Ehmedê ...