Wateyeke mezin a gotina “Êrîvan xeber dide guhdarên ezîz” heye li bal Kurdan. Dengê Kurdîya qedexekirî, Kurdîya ku nikarîbû li qada fermî bêbihîstin bû, ev gotin. Di dema Yekîtîya Sovyetan de dengê ji Radyoya Rewanê belav dibû, çavkanîyek e ji bo wêjeya Kurdî.
Berîya dengê Rewanê yê bi Kurdî bigihê nava Kurdên li welêt, li nava sînorê Yekîtîya Sovyetan gelek karûbarên din hatibûn kirin. Bi dehan pirtûk di wê demê de bi alfabeya Kîrîlî, paşê jî bi alfabeya Şamîlov-Marogûlovî hatine niv ...