Xebatên li ser folklor û kevneşopiya Kurdan her ku diçe zêdetir dibin. Heta çend sal berê jî, kitêbên ku bi kurdî bêne xwendin li kitêbfiroşan peyde nedibûn. Lê niha bi sedan pirtûkên li ser çand, edebiyat, folklor, kevneşopî , tarîx û zimanê Kurdan diweşin. Wekî ku nivîskar bi hev re ketibin pêşbirkê, yek li ya yê din dikeve piyasê.
Çîrokên Qerejdaxê jî yek ji wan e. Xebat ji qelema Haşim Aslan û weşanxaneya Dîwanê derketiye. Çîrokên di vê xebatê de li devera Qerejdaxê bi sedan belkî jî bi ...