Kurdan mêrxasî, egîdî, camêrî, evîn, êş, jan, tecrûbe, şîret, xwestin, xewn û xeyalên xwe bi çîrokan anîne zimên û vegotine. Ev çîrok nifş bi nifş ji kal û pîrên me gihîştine me.
Çîrokên me weke behrê ne, tenê di heşê mirovan de cemidî ne, ew ava pak û zelal naherike ku bigihîje nifşên nû daku zarokên me jê vexwin. Divê zarokên me ji wê avê vexwin ku heyatê bide civatê û çanda me şên û geş bibe:
...geh dibûm Mihemedê Pîrê, Kûrsan, Birayê Biçûk, geh dibûm zarok, Pîra Himhim ...