Di dewrana zaroktiya min de rêûresm li gundên Mukriyanê wisa bû: Roja cejnê hemû mêrên gund ê malxwê malê, diviyabû piştî xutbeya cejnê û nimêja cejnê, piştî hevhelalkirin û rûmaçkirinê selawetekê bi helbesta kurdî lê bidin. Vêca jî bi rêz rûnin û ji malên xwe xwarinê ji hev re bînin, bi hev re xwarina cejnê bixwin. Dewlemend û yên halxweş birinc û qeysî, yan jî avgoşt ji wan re dihat. Hin ji wan hebûn feqîr bûn, girara şeîre yan xwarina feqîrane hebûn. Ew hemû cureyên xwarinê datanîn kêleka hev ...